Hevserokê HDP’î hatin destgîrkirin

Girseya ku xwest biçe herêma ku Daristana Akbelenê lê tê şewitandin, careke din rastî êrîşa cendirmeyan hat. Di êrîşê de Hevserokên HDP'î hatin destgîrkirin.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Parlementer Perîhan Koca, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê herêmê ya li dijî kana komirê ya ku ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy Enerjiyê ve li Daristana Akbelenê tê avakirin, hatin Akbelenê. Akin û yên pê re û welatî rastî êrîşa bi ava şid û gaza îsotan a cendirmeyan hatin.

Akin û Koca û gelek welatî tesîr ji êrîşê girtin û nerihet bûn. Piştî êrîşê Akin û Koca tevî gel li ber barîkata leşkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlementerê CHP'ê Orhan Saribal û Cumhûr Ûzûn jî tev li çalakiyê bûn. Piştî çalakiya rûniştinê ku nêzî 2 saetan domand, girse ber bi cihê ku dar lê tên birîn ve meşiya. Gava girse meşiya cendirme careke din bi cop û gaza îsotê êrîşî girseyê kir.

Di êrîşê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Çinar ALtan û Hevserokê HDP'ê yê Marmarîsê Guven Goknar hatin destgîrkirin.