Hevseroka PYD’ê Abdullah: DAIŞ dixwaze gundiyên Ereb bide şerkirin

Hevseroka PYD’ê Abdullah: DAIŞ dixwaze gundiyên Ereb bide şerkirin

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku çeteyên DAIŞ  li hember hêzên YPG û YPJ'ê windahiyên mezin didin û got, “Çeteyên DAIŞ dixwazin li Kobanê li hember Kurdan Erebên sivîl bidin şerkirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah a li Kobanê ye diyar kir ku şer li derdora Kobanê didome û li hember çeteyên DAIŞ hêzên YPG û YPJ’ê bi ruhekî fedayî li ber xwe didin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi rêya telefonê xîtabî çalakvanên ku ew 4 roj in di greva birçîbûnê de ne kir û der barê Kobanê de agahî da.

Asya Ebdullah da zanîn ku ev du roj in êrîş zêde bûne û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ ên bi hemû hêza xwe ya teknîk û însan hewl didin bikevin Kobanê windahiyên mezin didin. Hêzên YPG û YPJ’ê bi sedan milîtanên xwe di nav berxwedaneke mezin de ne. Êrîşên van çeteyan hatine astengkirin.”

Ebdullah banga berxwedanê li ciwanên Kurd kir û got, “Wê Kobanê qet nekeve. Em ê hewesa wan di qirika wan de bihêlin. DAIŞ niha hemû hêza xwe ya li herêmê kom dike û êrîş dike. Û dixwaze gundiyên li Herêmê jî li hember Kurdan bide şerkirin. Dixwazin gelan berdin hev. Lê wê bi ser nekevin. Heta vê saetê gelek windahiyên çeteyên DAIŞ hene. Gelek çekên wan jî hatine rûxandin.”