Hevşaredarê berê yê Hewagê piştî 9 salan hate berdan
Hevşaredarê berê yê DBP’î yê navçeya Hewag a Rihayê Zeynel Taş piştî girtîbûna xwe ya 9 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê hate berdan.
Hevşaredarê berê yê DBP’î yê navçeya Hewag a Rihayê Zeynel Taş piştî girtîbûna xwe ya 9 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê hate berdan.
Taş ê sala 2016’an hate binçavkirin û hate girtin, li cihê derketina girtîgehê ji aliyê malbata xwe, Hevşaredara Hewagê Aygul Kapikaya, endamên meclîsa şaredariyê, endamên OHD’ê û rêveberên navçeya Hewag ên DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Zeynel Taş piştî tahliyeya xwe daxuyaniyek kurt da û got, “Em ê bi gelê xwe re ji bo siberoja xwe têkoşînê bidomînin.” Taş ber bi warê xwe Rihayê ve bi rê ket.
Zeynel Taş bi hinceta delegetiya Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK), fealiyetên siyasî, parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, merasîmên cenaze û şînên ku tevlî bûye, hatibû girtin û 11 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.