Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Erdogan 28'ê Cotmehê ye

Tê payin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28'ê Cotmehê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. Li ser cih û saeta hevdîtinê hîn agahî nehatin parvekirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît doh beşdarî bernameya Îlke TV’yê bû û got, tê plankirin ku Heyeta Îmraliyê bi Serokkomarê Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê plankirin ku hevdîtin di 28’ê Cotmehê de were kirin. Têkildarî cih û saeta hevdîtinê ti agahî nehatin parvekirin. 

BERIYA NIHA DU HEVDÎTIN HATIBÛN KIRIN

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê beriya niha 2 caran bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kiribû.

Hevdîtina destpêkê 10'ê Nîsanê li Qesra Serokkomariyê pêk hatibû û endamên heyetê parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder beşdar bû bû ku Onder piştre jiyana xwe ji dest da.

Hevdîtina duyemîn jî 7'ê Tîrmehê li Serokkomariyê hatibû kirin. Pervîn Bûldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar beşdarî vê hevdîtinê bû bûn. Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin jî li hevdîtinê amade bû. Hevdîtinê nêzî saetekê dewam kiribû.