Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê serlêdan dîsa bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ hate astengkirin.

Pêkanînên tecrîda giran ya li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek zedêtirê didome. Parezêrên Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtina heftane pêk bînê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya komarê ya Bûrsayê bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ serlêdana parêzeran red kir.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xirabe ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kemin" tên redkirin.