Heta TV10 vebe wê têkoşîna xwe bidomînin

Xebatkarên TV10, ku qenala wan bi biryarnameya AKP'ê hate girtin dan xuyakirin, heta vebûna televîzyonê ew ê li ber xwe bidin.

Xebatkarên qenala televîzyonê TV10, ku her hefte li Meydana Galatasarayê daxuyaniyê didin çapemeniyê, îro cara 5. li hev civiyan. Nûnerên gelek saziyên Elewiyan û pîrên Elewî jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dengê Elewiyan TV10 nabe bê birîn" hat vekirin.

Xebatkarê TV 10’ê Huseyîn Kellecî li vir axivî û got: "Ev 5 hefte ne em li vir in. Ev 5 hefte ne televîzyona me hatiye girtin. Heta ku televîzyona me bê vekirin, em ê li vir bin."

Eren Yildirim jî bal kişand li ser zexta li çapemeniyê û got; "Em Elewî di dîroka xwe de, li dijî zaliman her tim me li cem mazlûman cih girt û em ê vê sekna xwe bidomînin."

Pîr Celal Firat jî diyar kir, ku bêdengkirina TV10’ê tê wateya bêdengkirina Elewiyan û got, "Heta dengê me ji nû ve vebe em ê li ber xwe bidin."

Daxuyanî bi stranan û gerandina Semahê bi dawî bû.