' Her ku pêdiviyên AKP’ê zêde dibe zamê dike'

' Her ku pêdiviyên AKP’ê zêde dibe zamê dike'

Pisporê Aboriyê Îzzet Onder polîtîkayê zamê yên hikûmeta AKP’ê rexne kir û got di nava di 100 welatan de sotemeniya herî bilind li Tirkiyeyê ye. Onder bal kişand ser zama ku ber bi zivistanê tê kirin û hişyara pirsgirêka sotemeniyê dê zêde bibe kir. Onder got ku vê ji bo xerckirinên xwe dikin û her wiha hikûmeta AKP’ê pişta xwe dide pergala cemaat û sadakatê û hemû pereyê ji bo xwe xerc dike û ev di butçeyê de nayê xuyakirin.

Pispor Dr Îzzettîn Onder barê zam û bacan de û butçeyên ku hewl didin van bigirin de ji nûçegihanê ANF’ê Alî Bariş Kurt re axavî. Onder wiha got: “Dema pêşî li deynên butçeyan neyê girtin faîz bilind dibe, bilindbûna faîzê jî ji bo bilindbûna maliyetê erênî tê dîtin. Her wiha dema faîz bilind dibe, kesên razemeniyê dikin daxwaza wan a razemeniyê kêm dibe. Ev jî pêşvebirîna aborî radiwestîne. Ji bo ku pêşî li vekirina butçeyê bê girtin kêmkirina xerckirinan ne hêsane, ligel vê kêmbûna xerckirinan dibe ku dengên desthilatdariyê wenda bike.”

Onder da zanîn ku heta niha ji bo valahiyên butçeyê bê girt serî li hatinên derbasdar hatiye kirin. Onder got sala borî ji kqanûna torbeyê hin bacên ku dema wan derbas bûye, cezayê wan hatiye kêm kirin.

Onder wiha pê de çû: “AKP ji bo valahiya butçeyê zêde xwe nade deynê derve. Ji ber ku wê demê hinek be jî hewcedariya xwe ji holê rabike jî lê dê deynê hundir zêde be. Weke min got ji niha de be jî divê hin firotin û çavkaniyên hatibê bê afirandin û ev kar dimeşîne. Lê valahiya deynê derve girînge. Hatina netewî ya sala borî gihişt ji sedî 7’an. Hewcedariya çavkaniya derve zêde bû.”

Onder di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zama ku ber bi zivistanê tê kirin welatiyên me dixe zorê. Hikûmet bi zanebûn naxwaze zivistanê zamê bike. Ji ber ku ev rewş dibe ku dengên desthilatdariyê bide wendakirin. Lê ber bi zivistanê ji ber ku hewcedariyên hikûmetê jî zêde dibin, bi neçarî zamê dike. vê ji bo xerckirinên xwe dike. her wiha ber bi hilbijartinan, zamên beriya hilbijartinê tên kirin ji bo hilbijartinê ne başin. Ji ber vê yekê pir zû beriya hilbijartinan zamên mezin tên kirin ku dengan wenda nekin.”