‘Her kesê xwedî wijdan divê di 28’ê Kanûnê de ligel me bin’
‘Her kesê xwedî wijdan divê di 28’ê Kanûnê de ligel me bin’
‘Her kesê xwedî wijdan divê di 28’ê Kanûnê de ligel me bin’
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilaban a Mêrdînê di encama bombebarana balafirên şer yên tirk de 34 gundî hatin qetlkirin. Evren Encu, Îsa Encu û Hîkmet Alma ku birayên xwe wenda kirin bang li hemû wijnan kirin ku di 28’ê Kanûnê de biçin Roboskê.
Ji bo Gundên Roboskê û Bûhêj ya Qilabana Şirnexê piştî 28’ê Kanûna 2011’an het anehiya tu tiştek nebû wek berê. 34 zarokên wan dema di navbera 21.30-22.30 ji Iraqê vedigeriyan ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin bombebarankirin. 17 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dset da. Kesek birîndar û du jî birîndar xilas bûn. Titşên der barê komujiyê de derketin holê jî dewletê hewl da reş bike.
Piştî komkujiya Roboskê heyeta di bin bana Rêxistinên Civaka Sivîl de (STK) de hat avakirin diyar kir ku komkujî di bin agahiya Fermandariya Giştî de hatiye kirin. Heyetê da zanîn ku roja ku komkujî pêk hatiye dîmenên ji wesayîtên hewayî yên bê mirovan ji Femandariya Giştî re saet di 18.30’an de hatiye şandin û piştî 3 saetan şûnde operasyon hatiye destpêkirin. Lgiel ku du sal navberê de derbas bû jî kujer nehatinceza kirin.
BIRAYÊ CÎHAN ENCU:BI ERÊKIRINA SEROKWEZÎR KOMKUJÎ PÊK HAT
Birayê Cîhan Encu, Evren Encu diyar kir ku ligel ku du sal derbas bûye komkujî hêj ronî nebûye û got: “Du sal beriya komkujiyê min dê û bavê xwe wenda kir. Di komkujiyê de birayê min, kurê apê min û xizmên min hatin kuştin. Em 5 xwişk û birane. Yek du meh berê çû leşkeriyê. Du birayên min hêj 10 salî ne. Ji ber em debara xwe bikin em kaçaxvaniyê dikin. Çavkaniyek me ya din tune. Birayê min ji ber ku çû kaçaxvaniyê, ji aliyê artêşa tirk ve hat qetilkirin. Yê ku qetilkirina birayê min erê kir Erdogan û Fermandariya Giştiye. Du sal derbas bû. Kujer hêj nehatine cezakirin. Ez dixwazim tenê deewlet derkeve pêşberî darazê. Ji ber vê ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim, bila di 28’ê Kanûnê de bên Roboskê.
BIRAYÊ CELAL ENCU: MIN CANEZEYÊN PARÇEKIRÎ DÎTIN
Birayê Celal Encu yê di komkujiyê de hat qetilkirin, Îsa Encu diyar kir ku di sala 1993’an de bi zorê ji gundê xwe hatiye derxistin û got: “Cerdevanî li me ferz kirin. Em rastî zextan hatin. hinek xizmên me ji ber van zextan koçî Başurê Kurdistanê bajarê Zaxo kirin. Dewleta tirk di 1993’an de em ji gundê m eyê Tarla Başi bi zorê derxistin. Cerdevanî li me ferz kir. Me qebul nekir. Me jî wê demê koçî Roboskê kir. Piştî vê zexmetiyên aborî derketin. Ji ber vê jî me kaçaxvanî dikir. 11 heb kurê ap û metên min jî çûn kaçaxvaniyê. Dewleta tirk ew qetilkirin. Piştî me buyer bihist em çûn cihê bûyerê. Tenê Serhat Encu rizgar bibû. Ew jî nediaxivî. Çi kir neaxivî. Ez çûm min li cenazeyan nihêrt. Cenaze parçe bibûn. Dewleta tirk bi vê jî sînor nema, çima ku em çûne me cenaze girtine em derxistin dadgehê û 3 hezar lîra pere ceza dan me.
Tenê daxwaziyek me heye. Bila sûcdar bên cezakirin. Em di 28’ê Kanûnê de li bende hemû kesî ne.”
BIRAYÊ NADÎR ALMA: HEWL DAN HEMÛYAN BÎNIN CEM HEV
Birayê Nadîr Alman, Hîkmet Alma jî wiha got: “Dewleta tirk sûcê mirovahiyê kir. Bi salane me bi kaçaxvaniyê debara xwe dikir. Çavkaniya debara me tune. Roja ku komkujî pêk hat 38 gundiyên me çûn kaçaxvaniyê. Dewletê ev dizanîbû. Ji ber ku şopandin. Piştî vegera wan bi bombeyan êrîş kirin. Hewldan hemûyan berhev bikin. Piştî vê jî bi bombeyan qetilkirin.
BEDENA MIROV Û SEWALAN TEVLIHEV BIBÛ
Alma got piştî komujiyê çûne cihê bûyerê got: “Piştî bûyerê em hema çûn. Dema Ugur Kaymaz hat kuştin, dewletê çekek danîbû gel û damgaya terorîst danî ser. Me nexwest damgayek wisa li cenazeyên me bike. çawa em çûn me dît ku parçeyên mirov û sewalan tevlihev bûye. Bedena mirovan parçe bibûn. Gelek şewitîbûn. Gelekên wan hêj dişewitîn. Ji ber vê me agahî da çapemeniya azad. Belgeyên der barê komkujiya Roboskê de hat veşartin. dîmenên Heronan nehat dayîn. Cih nedan îfadeya şahidên bûyerê.
KOMKUJÎ BI ZANEBÛN PÊK HAT
Alma axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev komkujî bi destura Tayîp Erdogan û Necdet Ozer pêk hat. Berpirs ewin. Ji ber vê jî hewldan serê vê komkujiyê bigirin. Ji ber ku cihê komkujî lê pêk aht, du kîlometre durî gundê me ye. Dema komujî pêk hat dîmenên Heronan dişînin ji fermandariya giştî re. Hilbijartina wan ya cihê dur ev ku yek delîlekî nehêlin. Ji ber vê cihekî dur hilbijaratin. Gelek birîndaran li pişta gundiyan can da. Ambulans nehatin. Destur nedan hatin abulansan.
Alma balkişand ser daxuyaniya Beşîr Atalay ya balkêş a wekê ‘Me ew nekuştana dê me bigirtana.’ û got ew ji bûyerê agadar bû. Alman di berdewamiya axaftina xwe de bang lihemû kesî kir ku bên Roboskê.