Hejmara Serxwebûnê ya Mijdarê derket

Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “PKK, tevgera ku şêwe dide dîrokê“ derket.

Hejmara 503‘yan a Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “PKK, tevgera ku şêwe dide dîrokê“ derket. Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya meha Mijdarê de bi giranî cih daye salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê, rastiya Rêbertî ya di PKK’ê de û nirxandina têkîldarî qetilkirina yek ji kadroyên bingehîn ên tevgera Apoyî Hakkî Karer û nivîsên analîz.

LI KURDISTANÊ BI RÊBER APO Û PKK’Ê RE HERÎKÎNA DÎROKÊ GUHERÎ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku gelê Kurd di nava pergala cîhanê de tune tê hesibandin û ev yek tenê ji aliyê dewleta Tirk ku polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê dimeşîne ve nayê kirin, ji aliyê pergalên kapîtalîst û sosyalîst ve jî Kurd têne tune hesibandin. Mûzaffer Ayata di nivîsa xwe ya bi sernavê “PKK, li Kurdistanê destpêbûna gelek destpêkan e” de wiha dibêje, “Yek jî karên herî zehmet e ku mirov gelekî ku li ber tunebûnê ye, ji qiraxa zinarê bigire, ji xewa mirinê hişyar bike; rake ser piyan, bixe tevgere, armanc deyne pêşiya wan û bawerî di wan de çêbike. Rêbertî ev karê herî zehmet a cîhanê girt ser xwe ku tu kesî negirtibû. “

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tevlîbûna ji rastiya Rêbertî re têkoşîna domdar e” de ev yek tespît dike, “Rastiya Rêbertî gerdûnî dibe û têkoşîna azadiya Kurdistanê belav dibe. Civaka Kurd ji nû ve ji aliyê hemû mirovahiyê ve rast tê naskirin. Helwest û nêzîkatiyên ku bi awayek bihêz piştgirî dide Rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurdistanê, derdikevin holê. Hemû jî nirxên mezin îfade dikin. Di vê bingehê de wateyeke mezin îfade dike. Rastiya Rêbertî û azadiya Kurd bi awayeke pir bi hêz diparêzin.”

PKK PARTIYA JINAN E KU DI QADA CÎHANÎ DE TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ DIDE

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek jî diyar dike ku PKK tevgereke Rêbertî ye û di nivîsa xwe ya bi sernavê “PKK partiya jinan e ku di qada cîhanî de têkoşîna rêxistinî dide” de wiha dibêje, “Ji bo PKK’ê veguhere partiya jinê, ji bo di PKK’ê de têkiliyên jin û mêr, wekhevî û têkoşîn şêwe bigire, nêzîkatî, hişmendî, lêgerîn û pîvanên Rêber Apo diyarker bûn.”

ŞOREŞGERÊ GELAN Ê ENTERNASYONALÎST: HAKKÎ KARER

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk di gotara xwe ya vê mehê de yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyî Hakkî Karer ji aliyê kê, çawa û çima hat qetilkirin vegot. Cemal Şerîk di gotara xwe de wiha got: “Hakkî Karer ji ber rola ku di pêşketina tevgera Apoyî de lîst û taybetmendiyên wî yên kesayetî, beriya her kesî bû hedefa dewleta Tirk a qirker û mêtinger û bermahiyên wê. Sedema ku Hakkî Karer bû hedef ew bû ku alîkarê Rêber Apo bû û nûnertiya wî dikir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a qirker û mêtinger, dema ku Hakkî Karer kir hedef, ne tenê jiholêrakirina hebûna wî ya fizîkî, her wiha bi vê qetlîamê hewl dan Rêber Apo bêbandor bikin û tasfiyekirina tevgera Apoyî ji xwe re hedefa sereke.” 

ÇALAKIYA KU KÎMYAYA DEWLETA TIRK XERA KIR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Çalakiya endamên Tabûra Nemiran Rojhat û Erdal ku di 1'ê Cotmehê de li Enqereyê pêk anîn, kîmyaya rejîma qirker-faşîst AKP-MHP'ê xera kir û ev çalakî di aliyê dem, cihê ku lê pêk hatiye, asta biryardariya ku hatiye nîşandan, afirîneriya taktîkî bi bandor bû. Her wiha ji gelek aliyan ve peyamên girîng da û kete nav rûpelên dîrokê.”

Endama Meclîsa Fermandariya Giştî ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî di gotara xwe ya bi sernavê “Dîrokê xistin nava 5 deqeyan” de got, “Ew tenê wêneyekî 5 deqeyan e, lê di nava vê wêneyê de dîroka hewldana mirovbûnê, berxwedana ku destanan diafirîne û dayîna berdêlan tê de heye. Lêgerîna mirovbûnê tê de heye. Di vê çalakiyê de lêgerîna azadiyê ya Rêbertiyê ku di PKK’ê de bi awayekî şênber wekî hewldana afirandina jiyanê û têkoşînê derketiye holê. Divê mere wê wekî çalakiyekê yan jî mirin û kuştinê negire dest, yên ku bêteredut ber bi mirinê ve dibezin û li hemberî ev canê mezin kêm dimîn, gotin û helwesta wê ji rêzê dike û dinirxîne. Ji ber vê yekê ji bo fêmkirina vê çalakiya ku di sibeha 1'ê Cotmehê de li navenda Enqereyê pêk hat, sedemên ku bûne sedema çalakiyeke bi vî rengî ya mezin û aliyê fikrî û manewî yên vê yekê, hevalên Rojhat û Erdal li wateyê dinêrin. Lêgerîna azadiyê ya ku bi PKK'ê re watedar bûye, xeta wê ya têkoşînê, li hemberî çi li ber xwe dide û bi vê helwestê çi diafirîne û divê em li tiştên derxistiye holê binêrin. Nameyên Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên ji malbatên xwe, Rêber Apo, Tevgera Jinan û gelê Kurd re nivîsandin jî di hejmara Mijdarê ya Rojnameya Serxwebûnê de cih girt.“            

Hûn dikarin li ser malpera Serxwebun.org xwe bigihînin hemû gotarên Serxwebunê.