Hejmara nû ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket
Hejmara meha Tîrmehê û Tebaxê ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket ku ev du meh in li ser platformên medyaya dîjîtal weşanê dike.
Hejmara meha Tîrmehê û Tebaxê ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket ku ev du meh in li ser platformên medyaya dîjîtal weşanê dike.
Di hejmara nû ya kovarê de bi taybetî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser kapîtalîzm û sosyalîzmê cih digirin.
Di hejmara nû de nivîsên girîng di derbarê wê yekê de hene ku ciwan wê li dijî polîtîkayên faşîzan ên dewleta Tirk a dagirker çawa pêşengiyê bikin.
Di perspektîfan de bal tê kişandina ser wê yekê ku ciwanên Apoyî wê li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê çawa tev bigerin.
Di beşa Portreyê de hevalê têkoşînê yê Qendîl Mazlûm ku sala 2020’an di berxwedana li Botanê de şehîd bû, qala jiyan û têkoşîna şehîd Qendîl Mazlûm dike.
Di kovarê de nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernava “Têkoşîna Şoreşgerî ya Li Ser Xeta 14’ê Tîrmehê û 30’ê Tîrmehê Wê Faşîzma AKP-MHP’ê Hilweşîne” cih digire.
Hûn dikarin bi van lînkan xwe bigihînin kovarê:
https://komalen-ciwan.com/category/yurtsever-genclik
https://issuu.com/yurtsevergenclik