Hejmara meha Cotmehê ya kovara Yûrtsever Gençlîkê derket

Kovara Yûrtsever Gençlîk a ku weşana xwe bi awayekî dîjîtal didomîne, hejmara wê ya meha Cotmehê bi manşeta ‘Komploger wê di nav agirê ciwanan de bişewitin’ derket

Kovara Yûrtsever Gençlîk bi awayekî dîjital weşana xwe didomîne. Hejmara meha Cotmehê ya kovarê bi manşeta ‘Komploger wê di nav agirê ciwanan de bişewitin’ derket.

Di vê hejmarê de nivîsên li ser komploya 9’ê Cotmehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dosyeya li ser mijarê, derbarê peywir û berpirsyarên tevgerên ciwan û jinên ciwan perspektîfên girîng hene.

Di vê hejmarê de Cîhan Eren bi nivîseke portreyî qala Şehîd Baz Mordem kiriye. Di heman demê de nivîsên li ser çalakiya Mezîtlyiê, gerîlatiya modernîteya demokratîk a di şerê gel de, gerîlabûn, beşeke rojnivîska Mahîr Kop ê ku li Werxelê şehîd bûbû cih digire.

Di vê hejmarê de bi navê ‘Ez tevgereke mezin a serhildanê me’ nirxandinên Rêberê Gelê Kurd hatine berhevkirin. Di van nirxandinan de qala rastiya dijmin, helwesta şoreşgerî, tarza Apoyî, tempo û islûbê tê kirin.

Di vê pêvajoyê de  ya ku slogana Jin, jiyan, azadî li her dera dinyayê tê berzkirin, ji bo pirsa divê jinên ciwan ên Kurd ‘çi bikin’ jî bersiv hatine dayîn.