Hejmara girtîgehên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê dibin, zêde dibe
Du girtîgehên din beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn ku çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin.
Du girtîgehên din beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn ku çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin.
Du girtîgehên din beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger bûn. Çalakî 27’ê Mijdarê li 104 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi şîara; “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatibû destpêkirin.
Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê û Girtîgeha Tîpa S a Ewlekariya Bilind a Samsûn Kavakê jî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
Hejmara girtîgehên ku çalakiya greva birçîbûnê didomîne, gihişt 106’an.
Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 9'emîn de ye.
Çalakî wê heya 15’ê Sibata 2024’an dewam bikin.