HDP wê sibe li ser pêvajoya çareseriyê daxuyaniyekê bide

Heyeta Îmraliyê wê sibe saet di 11:00 de li odeya HDP'ê ya li Meclîsê, li ser asta heyî ya 'pêvajoya çareseriyê', gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî çareseriyê, daxuyaniyekê bide.

Heyeta Îmraliyê wê sibe saet di 11:00 de li odeya HDP'ê ya li Meclîsê, li ser asta heyî ya 'pêvajoya çareseriyê', gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî çareseriyê, daxuyaniyekê bide. Berdevkê heyetê Onder li naverastê maseyek heye. Ew mase jî bi qasî sê meh berê hat danîn."

'MASEYA AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK'

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li hemberî daxuyaniya Erdogan ên li dijî pêvajoya çareseriyê digot "Gotina pirsgirêka Kurd cihêkarî ye, hebûna maseyeke li dorê hatiye rûniştin tê wateya hilweşîna dewletê" nerazîbûn nîşan da û got, "Bi navê Berdevkê Heyeta Muzakereyê ya Îmraliyê dibêjim, ku li holê maseyek heye. Ew mase jî beriya sê mehan hatiye danîn. Li her du aliyê maseyê mirov rûniştî ne û gelek caran li dora vê maseyê civîn hatin lidarxistin. Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya dîrokî jî li vê maseyê derket holê. Navê vê maseyê 'Maseya Aştî û Çareseriya Demokratîk' e. Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn sîstem yek bi y ek hildiweşin de, ev mase ji bo garantîkirina pêşeroj, demokrasî û yekîtiya welatê me, yek ji pêngavên herî girîng ên demokratîk e."

'EM Ê ASTA HEYÎ Û REWŞA XETIMIYE AŞKERA BIKIN'

Onder ji bo gotinên Erdogan ên digot, "HDP'ê bi rêyên îllegal karên me zehmet kir" wiha axivî. Birêz Serokkomar di vî warî de rastiyan nîne ziman. Weke Heyeta Muzakereyê ya HDP'ê sê caran me serî li rê û rêbazên îllegal dan. Em ê van hemûyan, asta heyî ya pêvajoyê û rewşa xetimandî sibe saet di 11:00 de bi civîna çapemeniyê re bi awayekî berfireh bi raya giştî re parve bikin."