HDP û Partiya Çepên Kesk atolye û komxebatên xwe qedand

HDP û Partiya Çepên Kesk civînên gel, komxebat û atolyeyên xwe qedand.

Komxebat û atolyeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinê di çarçoveya pêvajoya rexne, xwerexnekirin û jinûveavakirinê de dabû destpêkirin, bi dawî bûn. Ev bername piştî civînên gel di meha Tebaxê de dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de du komxebatên ser esasê xwebirêxistinkirin û siyasî hatin lidarxistin. Her wiha atolyeyên xweser ên jinan jî di nav de bi giştî 5 atolye hatin kirin. Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, akademîsyenên di qada xwe de pispor, endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê, rêveberên partiyê û gel tev li van komxebat û atolyeyan bûn. 

DIVÊ XEBATÊN ÎSLAMA DEMOKRATÎK WERE ZÊDEKIRIN

Tevlibûneke xurt ji bo komxebat û atolyeyan hebû û pêşniyaz bi nivîskî hatin pêşkeşkirin. Ji partiyan hat xwestin ku di serdema nû de xebatên Îslama Demokratîk bên zêdekirin, nirxên civakî berçav bên girtin û polîtîka di vê çarçoveyê de bên pêşxistin. Di pêşniyazan de hat xwestin ku bawerî bi awayekî azad û wekhev bên nirxandin û li dijî nêrîna Îslama siyasî, bi sazî û avadaniyên pêşengtiya nirxên Îslama Demokratîk dikin re, hevkarî were kirin. 

Di atolyeyên têkildarî baweriyan hate xwestin ku di çarçoveya cewhera baweriya Elewîtiyê de hewcehiya mercên xwebirêxistinkirina azad a derveyî desthilatdariyê bên afirandin û ji bo parastina daxwaza hemwelatiya wekhev têkoşîn were mezinkirin. 

DIVÊ PÊNGAVEKE NÛ WERE DESTPÊKIRIN

Di komxebatan de li ser perspektîfa HDP û Partiya Çepên Kesk a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên Kurdan hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê bi pêşengtiya Tifaqa Kurdistanî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêngaveke nû were destpêkirin. Hat ragihandin ku Partiya Çepên Kesk û HDP wê di çarçoveya pêşniyazên hatine kirin de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd biryarên girîng bide. 

Yek ji mijarên din a hatiye nîqaşkirin jî bêhêvitiya piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê de di nava gel de belav bûye. Di nîqaşên têkildarî mijarê de hat gotin ku wê hewaya neyînî ya piştî hilbijartinê hatiye afirandin ji hêla hêzên demokrasiyê ve bi tu awayî neyê qebûlkirin. Her wiha ev rexneye hate kirin; Tifaqa Ked û Azadiyê di mijara bûyîna sîwana hemû derdorên bindest, jin, kedkar, demokrat û hêzên sosyalîst ên çepgir de teng ma. Di encama nîqaşan de hat gotin ku divê tifaq xeteke siyasî ava bike û di serdema nû de pêşengtiya muxalefetê bike. Hat ragihandin ku wê çarçoveya xeta siyasî di pêvajoya pêş de di konferansan de bê nîqaşkirin. 

HDP û Partiya Çepên Kesk ber bi pêvajoya kongreyê ve diçin. Wê rexne û pêşniyazên di civînên gel de hatine kirin, yên di atolye û komxebatan de hatine kirin wê weke raporekê pêşkeşî komîsyona kongreyê were kirin. Wê HDP û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya van encaman de jî xeta polîtîk a rêveberiya nû diyar bike.