HDP û nûnerên jin ên Partiya Keskan a Elmanyayê li hev civiyan
Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP’ê, bi Berdevka Jinan Partiya Keskan a Elmanyayê Rîcarda Lang re li ser qada dîjîtal civiya.
Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP’ê, bi Berdevka Jinan Partiya Keskan a Elmanyayê Rîcarda Lang re li ser qada dîjîtal civiya.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Bi Derve Feleknas Ûca, parlementera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên Komîsyona Jinan a HDP’ê Feray Mertoglû, Medîha Yuksel, Semîha Şahîn û Nûnera HDP’ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi parlementera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang re li ser qada dîjîtal civiyan.
Di civînê de qala nêzikatiya Elmanya û Tirkiyeyê ya li hemberî Peymana Stenbolê, polîtîkayên rê li ber şîddeta li ser jinan vedike, li Tirkiyeyê têkoşîna jinan, jinên koçber û penaber ên ku tecawizî wan tê kirin û meşrûbûna îstîsmara zarokan hate kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran qala girîngiya têkoşîna enternasyonal kir. Di civînê de parlementera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang jî diyar kir ku di warê têkoşîna jinan a enternasyonal de ew jî li ser fikra wan e û ji bo planên çalakiyan ew amade ne.
Hate diyarkirin ku wê civînên li ser qada dîjîtal ên bi jinên ji saziyên cihê bidome.