HDP ji hilbijartineke pêşwext re jî hazir e

Alîkara Hevseroka HDP'ê Bîrol diyar kir dibe ku hilbijartineke pêşwext jî çêbibe û û HDP weke ku Nîsanê wê hilbijartin çêbibe xwe hazir dike.

Alîkara Hevseroka HDP'ê Berpirsa Karê Hilbijartinê Îlknur Bîrol diyar kir ji kombûna bi hilbijêran re heta bikaranîna dengan, ji ewlehiya sindoqan heta bi hijmartina dengan wan rêxistiniya xebeteke berfireh kirine û got, ''Em xebateke biplan dikin. Bi sîmûlasyona ku wê Nîsanê hilbijartin bibe em hemû xebatên xwe temam dikin.''

Bîrol diyar kir avaniya dewletê xira bûye, civak ji hev feşkiliye, krîza civakî, siyasî û aborî heye û ev krîz pir bitevger in, mirov nikare pêşbîniya dahatuyê bike û got, ''Ew jî pê dizanin ku wê ji mecbûrî biçin hilbijartinê û sindoqê. Ev rewş nikare were domandin. Wê mecbûr bimînin ku hilbijartinê zûtir bikin. Hin tevdîrên ku hewaya hilbijartina zûwext didin ragihandin. ''

Bîrol her wiha diyar kir polîtîkaya milliyetgirî, dagirkerî û şer a AKP-MHP ji ber dijminatiya li Kurdan e û ji bo qanihkirinê serî li rê û rêbazên zordarî, kotekî, şer û dubendiyê dide.

Bîrol bi berdewamî diyar kir ew ji hilbijartineke pêkan re hazir in û got, ''Di hemû xebatên me de em bi wê nêzîkatiyê ne ku li dahatuyê dinerin. Piştî kongreya dawî çawa ku me dest bi peywira xwe kir me dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê jî kirin. Niha weke ku Nîsanê wê hilbijartin bibin em hazir in. ''

Bîrol bi berdewamî wiha got: ''Em xebatên giringiya wê vinê dikin ku di hilbijartinê de derketiye holê. Xwedîderketina li vîna gel, bi qasî dengdayinê girîng e. Hemû rêxistiniya me, xebatên me li ser vê fikrê ye. Em xebateke biplan dikin. Bi sîmûlasyona weke ku Nîsanê wê hilbijartin bibe em xebatên xwe dikin.''