HDP: Heta ku tecrîd neyê şikandin, dorpêçî bi dawî nabe

HDP'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da, bal kişand ser tecrîda ku 24 sal in dewam dike û got, "Heta ku tecrîd neyê şikandin, nepêkan e ku ev dorpêçî bi dawî bibe ku bêhnê li civakê diçikîne."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di encama komployeke navneteweyî de ku bi hevkariya hêzên emperyal û welatên herêmî di 9'ê Cotmeha 1998'an de hate kirin, Birêz Abdullah Ocalan dîl hate girtin. Tecrîda li ser Birêz Abdulah Ocalan bi encamêng iran ên siyasî û civakî 24 sal in dewam dike."

HDP'ê diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya binpêkirina qanûnên wî welatî û wiha dewam kir, "Ti aliyê însanî û exlaqî yê tecrîdê nîne. Li cîhanê mînakeke xwe ya din nîne; ev polîtîkaya tecrîdê ya ku weke Rejîma Taybet a Îmraliyê tê pênasekirin, Tirkiye hîn bêhtir xistiye nava krîza aborî û siyasî. Israra li ser tecrîdê şer, xizanî, sansur, zext û mêtingerî kûrkir kiriye.

Desthilatdariya siyasî bi şidandina tecrîda li ser Ocalan hewl dide civakê bi temamî bêdeng bike, siyaseta xwe ya şer li ser gelên Tirkiyeyê dimeşîne û di encama vê siyasetê de jî dixwaze gelan bikin dijminê hev. Tecrîd, ji bo pêkanîna faşîzmê û sazîbûna wê, veguheriye rebazeke stratejîk. Desthilatdarî bi siyaseta tecrîda mutleq a li Îmraliyê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne û neçareseriya pirsgirêka Kurd girantir dike. Birêz Ocalan tevî ku bi tecrîdê dengê wî tê birîn, li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê ye, muxetebê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, pêşengê danûstandinan e û mîsyona avakirina aştiyê hildaye ser milê xwe."

HDP'ê ragihand ku tecrîda li Îmraliyê hewldanek ji bo bêhnçikandina demokrasî û aştiyê ye û wiha dewam kir, "Tecrîd êrîşeke bi rêk û pêk a li ser demokrasiyê û mafê aştiyê yê civakê ye. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê şikandin, nepêkane ku ev dorpêçî ji holê rabe ku bêhn li civakê çikandiye."

D dawiya daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 24'an de hate şermezarkirin û bang li hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û demokratan kir ku li ber tecrîdê rabin."