HDP: Emê ti carî teslîm nebin!
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê li Kadikoyê darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li hemberî partiya wan şermerzar kir: “Emê ti carî li hemberî operasyonên zilm û tasfiyeya siyaseta demokratîk, teslîm nebin!”.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê li Kadikoyê darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li hemberî partiya wan şermerzar kir: “Emê ti carî li hemberî operasyonên zilm û tasfiyeya siyaseta demokratîk, teslîm nebin!”.
“Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê” ku sala 2016’an li hemberî siyasetmedarên HDP’ê hat kirin li gelek bajaran hat protestokirin.
Di vê çarçoveyê de li Kadikoy a Stenbolê jî bi pêşnegiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê girseya demokratîk û partiya siyasî hatin cem hev û peyama “Emê ti carî teslîm nebin” dan.
Çalakî di nav dorpêça polîsan de pêkhat. Wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Hevserokê HDP yê Bajarê Stenbolê Erdal Avci, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî tevlê çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “4’ê Mijdarê darbe ye, em qebûl nakin” hat vekirin û wêneyên Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku niha rehîn hatine girtin û ya Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê bi êrîşa çekdarî hatibû qetilkirin hatin hilgirtin.
Girseyê bi domdarî dirûşmeyên “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana Kobanê” berzkir. Li ser navê girseyê Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Erdal Avci axaftina destpêkê kir.
Avci diyar kir ku di dema darbeyê wisa kiribûn ku HDP nekaribe li kolanê siyaseta demokratîk birêve bibe û got, “Gelek hevalên me hatin destgîrkirin û girtin. Zemînê demokratîk ya di 7’ê Hezîrana 2015’an derketibû holê, şûna xwe ji siyasetên zextkar û faşîst re terikand. Tirkiye firsendê ku 2015’an bi dest xistibû ji dest da.”
Aci bal kişande ser rewşa kavilbûyî ya Tirkiyê û anî ziman ku piştî van hemû ceribandinan tenê rêyekî çareseriyê yê Tirkiyê heye û ew jî demokrasî ye.
Erdal Avci bang li daraz û desthilat kir û got, “Tirkiye vê aloziyê nikare rake. Êdî pêwîste her kes kumê xwe dane ber xwe û gavên demokratîk yên pêwîstî pê heye û wê welat rihet bike biavêje. Divê ji bo hesabdayina hemû sûcên dîrokî yên hatinî kirin amadekariyên hesabdayina li pêşberê darazeke serbixwe bê kirin. Ji ber ku ev welat ji bilî vê yekê ti şansekî xwe nîne.”
Piştre Wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglû destnîşan kir ku darbeya hatî kirin ne li HDP’ê belku li îradeya gelan hatiye xistin û wiha pêde çû: “Eger îro tê xwestin ku welat radestê tarîtiyê bê kirin, eger îro desthilata zextê li ser serê welat weke şûrê Demokles diheje, eger îradeya gelan di nava du lêvên kesekê yê li qesrê de hatiye zewtkirin û eger mirov pêşeroja xwe di ewlehiyê de hîs nake, baweriyê bi dadgehan nayîne, di binê vê de darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê heye. Yên di 4’ê Mijdarê de bi ser HDP’ê de girtin di rastiyê de bi hemdestiya hevdu dest danîn ser çarenûsa welat. Û ji wê rojê heya îro asta ku ew destdanîna li ser çarenûsê gihîştiyê tenê bûye sedemê ku welat weguhere dojehekê.”
Pîroglû di dewama axaftina xwe de ragihand ku îtîraza li hemberî 4’ê Mijdarê tê wateya îtîrazkirina li hemberî heman darbeyên siyasî yên dema pêş werin pêkanîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vî welatî berdêlek daye û pêwîste berdêleke din jî nede. Ev welat bi berdêlekê re rû bi rû ma, divê ya nû rawestîne. Û tenê yek rêya qelibandina vê desthilatê heye; ew jî bi hêza li hemberî desthilat re ligel hev bisekinin û bi gelê Kurd re mil bi mil têbikoşin. Ji vê yekê derbas dibe ku li hemberî vê zordariyê bêyî ku çok deynin û ser bitewînin bêjin êdî bese.”
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Kadikoyê Nîmet Çelebî ve hat xwendin.
Piştî xwendina daxiyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.