HDP: Em ê nehêlin doza Qetlîama Vartînîsê têkeve pêvajoya demboriyê
HDP’ê derbarê qetlîama Vartînîsê daxuyanî da û got “Desthilatdarî kujeran xelat dike. Em ê destûrê nedin ku darizandin têkeve pêvajoya demboriyê.”
HDP’ê derbarê qetlîama Vartînîsê daxuyanî da û got “Desthilatdarî kujeran xelat dike. Em ê destûrê nedin ku darizandin têkeve pêvajoya demboriyê.”
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren bi wesîleya salvegera qetlîama Vartînîsê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Korkûta Mûşê di 3’ê Cotmeha 1993’an de mala Nasir Ogut ji aliyê hêzên dewletê hate şewitandin. Di vê şewatê de yê herî mezin 12 salî û yê herî biçûk 3 salî, 7 jê zarok bi giştî 9 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin. 29 sal ji ser qetlîamê derbas bû. 29 sal in xwestin ku ser qetlîamê were kirin û ceza li kujeran neyê birîn.
Herî dawîn dozger ji bo her bersûcî ji 180 salan heta 225 salan cezayê girtîgehê xwestibû. Lê di 1’ê Adara 2016’an de dozger mutaalaya xwe guherand ji xeynî bersûcê bi navê Bulen Karaoglû xwest bila bersûcên din werin berdan. Vê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Kirikkaleyê ji aliyê Dadgea Bilind nehate qebûlkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Kirikkaleyê dixwaze dosye têkeve pêvajoya demboriyê.
Di 3’ê Cotmeha 2023’an de wê doza Vartînîsê jî têkeve pêvajoya demboriyê.
Qetlîama Vartînîsê di serî de em qebûl nakin ku di dozên din ên qetlîaman de biryarên beraetê werin dayîn û bi demboriyê re bi cezanebirînê re werin xelatkirin.”