HDP'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

HDP'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Ruhê şoreşgerî yê wan fermanê dide me ku em têkoşînê mezin bikin û dawî li vê rêveçûna tarî bînin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di oxira azadiya vî xaka ku şaristanî lê ava bûye, ji bo bihara gelan gelek pêşengên têkoşîna demokrasî û şoreşê ya Tirkiyeyê mîna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çaran û yên li Nûrheqê şehîd bûn, di meha Gulanê de gelek şoreşger şehîd ketin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meha Gulanê li gel şehadetên mezin ên têkoşîna azadiyê, her wiha xwedî mîrateyeke bêhempa ya têkoşînê ye.

Êrişên faşîzan û kevneşopiya berxwedana dîrokî ya li dijî van êrişan dewam dike. Ev zext û zilm îro bi destê desthilatdariya AKP'ê bi rengekî bênavber dewam dike. Lê belê yên ku li bendê ne ku bi dîlgirtina siyasetmedaran, bi tayînkirina qeyûm li ser îradeya gel û polîtîkayên tasfiyeyê encamê werbigirin, doh bi ser neketin, îro bi ser nakevin, sibe jî wê bi ser nekevin.

Ruhê şoreşgerî yê Kaypakkaya, Hakî Karer, Çaran, Denîzan û Sînan Cemgîlan ji bo bilindkirina têkoşînê û dawîanîna li vê rêveçûna tarî bangê dike. Rêya xwedîderketina li armanc û mîrateya wan, mezinkirina têkoşînê ye, bidestxistina demokrasî, azadî û wekheviyê ye."