HDP'ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê di salvegera 30'emîn a Komkujiya Madimakê de qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ji bo aştî û aramiya civakî rûbirûbûna civakî şert e."

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê ku di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimak a Sêwasê hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber ku hikûmet û dewletê mudaxeleyî êrişê nekir, veguherî karesateke pir mezin. HDP’ê diyar kir ku tevî bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûne jî hêj jî nehatiye ronîkirin û faîlên sereke yên biryara komkujiyê dayîn nehatine darizandin.

HDP’ê destnîşan kir ku Doza Madimakê di nava 30 salan de bajar bi bajar hate gerandin û wiha domand: “Ev yek jî ji bo malbatên mexdûran veguherî ezyetê. Doz bi salan hate vehêlandin û hate bêbandorkirin. Gelek parêzerên di doza Komkujiya Madimakê de ji partiya îktîdarê bûn parlamenter û hatin xelatkirin. Lewma jî Doza Komkujiya Madimakê hate paşguhkirin û raya giştî bi vê dizane. Faîl heta demekî dirêj nehatin girtin, bersûcê firarî Cafer Erçakmak heta demekî dirêj li cihekî nêzî Walîtiya Sêwasê xwe veşart û li wir mir. Heta mirina wî negirtina wî, gumanên ji bo parastina faîlan xurtir kir. Ev 30 sal in faîl nehatine girtin û ev jî di wijdana raya giştî ya elewiyan de birîneke xedar e.”

Bi domdarî HDP’ê got ku Komkujiya Sêwasê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Lewma nikare bikeve ber demborînê. Ji vê komkujiyê kesên bûne hevkarên vî sûcî, yên faîl parastin û yên bêdeng mayîn berpirsyar in. Heke ev komkujî ji her alî ve bihata ronîkirin, dibe ku pêşî li ber komkujiyên Gazî û Ûmraniyê bihata girtin. Îktîdar û dewleta ku bi komkujiyên Madimak û Gaziyê re hevrû nebûn, hêj îro jî di navbera baweriyan de cihêkariyê dikin û kesên ji nasname û baweriyên cuda li dijî hev sor dikin. Mîna di komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Mereş û Çorumê; îktîdar bi Komkujiya Madimakê re jî hevrû nebû. Ji bo aştî û aramiya civakî hewcehî bi hevrûbûnê heye. Ji bo careke din komkujiyên wiha çênebin û faîl bên girtin û darizandin, wê têkoşîna me bidome. Em, hemû qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi rêzdarî bi bîr tînin.”