HDP’ê parastina xwe ya pêşîn pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê kir

HDP’ê parastina pêşîna 173 rûpelî ya li ser doza girtinê pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê kir.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê, parastina xwe ya pêşîn ya derbarê doza girtina HDP’ê pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê (AYM) kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Mavîş Aydin, Parêzer Dogan Erbaş,  û Parlamenterê HDP'ê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de HDP'ê bi heyetekê parastina xwe ya ji 173 rûpelan pêk dihat, bi klasoreke zêdek re radest kir.