HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gora wan bi bîr anî
Parlementerên HDP’ê pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn înan û Yûsûf Aslan ên ku hatibûn darvekirin, di salvegera darvekirina wan de li ser gora wan bi bîr anî.
Parlementerên HDP’ê pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn înan û Yûsûf Aslan ên ku hatibûn darvekirin, di salvegera darvekirina wan de li ser gora wan bi bîr anî.
Parlementerên HDP’ê Kemal Bulbul, Erol Katircioglû û Mûrat Çepnî di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de li ser gorên wan ew bi bîr anîn. Di bîranîna li Goristana Karşiyakayê de Parlementer Kemal Bulbul axivî û anî ziman ku ji ber şewbê nekaribûne bîranîneke bi girseyî pêk bînin.
Bulbul, diyar kir ku Gezmîş, Înan û Aslan ji bo edalet û azadiyê canên xwe dan û wiha got: “Wan pêşengiya tevgerên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê kirin. Dema di 6’ê Gulanê de Denîz diçû sêdarê gotibû ‘Em ji bo wekhevî û biratiya gelên Tirk û Kurd û gelên Tirkiyeyê têkoşiyan.’ Dîsa çûyîna wan a Çiyayê Nûrheq û avakirina wan a Pira Ciwanan a li Colemêrgê nîşaneya têkoşîna hevpar e. Em jî soza têkoşîna ku Tirkiyeyeke lê were jiyîn didin.”