HDP bi projeya ‘Jiyana Nû’ xebatên xwe didomîne

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê di çarçoveya projeya "Jiyana Nû" li Îzmîr, Dîlok, Bursa, Mûş, Erdexan, Riha û Yalovayê bi hilbijarên re hatin cem hev.

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê di çarçoveya projeya "Jiyana Nû" li Îzmîr, Dîlok, Bursa, Mûş, Erdexan, Riha û Yalovayê bi hilbijarên re hatin cem hev. Namzetên diyar kir ku bi hêza gel xebatên xwe dimeşînin û hînî HDP mezin bibe dê AKP jî ewqas biçûk bibe.

ÎZMÎR

Namzetên HDP'ê yên Îzmîrê û rêveberên HDP'ê yên bajar di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Azîz Kocaoglu ziyaret kirin. Di ziyaretê de Namzetê HDP'ê Ertugrul Kurkçu axivî û diyar kir ku welatiyên li Îzmîrê dijîn êdî guherîna Tirkiyeyê fê mirin û di 7'ê hezîranê de HDP dê bi serkeftinekî mezin derbikeve û di hilbijartinên heremî de yên 2019'an de jî bi hêz bixebitin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Azîz Kocaoglu jî wiha got: "Taktîr a gelê Îzmîrê ye. Gelê Îzmîrê çi bêje dê ew be."

DÎLOK

Namzetên HDP'ê yên Dîlokê Mahmut Fermanoglu û Recaî Yilmaz li taxan geriyan û esanafan ziyaret kirin. Namzed ji aliyê gel û esnafan ve rastî eleqederbûnek mezin hatin. Namzed pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin û ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê daxwaza deng kirin. Di dema ziyaretê de esnaf dan zanîn ku ew êdî li dijî pergala serdestin û wiha gotin: "Em êdî naxwazin îktidarên ku çewisandinê li ser me pêk tînin bên hilbijartin. Tenê ya ku ji bo gelan alternatîfe HDP ye û em ê dengê xwe bidin HDP'ê."

BURSA

Namzetên HDP'ê li Bursayê bi endam û dildarên HDP'ê re bi xwarinek hatin gel hev. Di xwarinê de namzedên HDP'ê axaftin kirin û anîn ziman ku ew weke şitlên daran têkoşîna xwe ya ji Mustafa Suphî, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Hîkmet Kivilcimli ku dan destpêkirin dê bi dêkoşîna Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bigihîjînin lûtkeyê. Piştî axaftinê namzedên HDP'ê hatin nasandin.

YALOVA

Namzetên HDP'ê yên Yalovayê Nîzamettîn Ozturk û Aynur Erbay jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de malbatên zarokên xwe di nava PKK, HPG û YPJ'ê de windakirin hatin cem hev. Namzetê HDP'ê Nîzamettîn Ozturk di civînê de axivîn û wiha got: "Ez li ber şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînim. Şehîd rûmeta me ne. Heke em îro li vir bên cem hev, li bajarên Tirkiyeyê siyasetê bikin û bi hêzên demokrastîk ên Tirkiyeyê re bên cem hev bi saya şahîdan e. Em dê di 7'ê Hezîranê de bi hêz ser bikevin û serketina xwe diyarî şehîdên xwe bikin."

ÎDIR

Rêxistina HDP'ê ya Îdirê têkildarî mitînga dinsîna namzetan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina HDP'ê yên Îdîr û gelek rêveberên HDP'ê tevlî civînê bûnîş Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Cesîm Katar diyar kir ku ew dê sibê seat 10.00'an de li Duryana Têgorê bi girseyî namzetan pêşwazî bikin û pişt re dê li navçeya Tozan gel silav bikin û pişt re dê li navenda bajar bi gel re bên cem hev.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Meclîsa Taxa Dîze li Mala Gel a Tax civîna çapemeniyê li dar xist û starta xebatên hilbijartinê dan. Hevserokê Meclîsa Taxa Îsmet Ozşener diyar kir ku divê hemû kes bi rihê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin û dê li Colemêrgê 3 wekîlan derbixin.

MÛŞ

Namzetên HDP'ê yên Mûşê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Îstasyonê esnaf ziyaret kirin. Bi namzetan re rêveberên HDP û DBP'ê jî geriyan û esnafan namzet bi eleqeyekî mezin pêşwazî kirin. Namzeta HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan di gerê de axaftinek kin kir û diyar kir ku zêdehî hefteyek bi gel û esnafan re tên cem hev û her cihê diçinê rastî eleqeyekî mezin tên.

ERDEXAN

Namzetên HDP'ê yên Erdexanê jî bi gel re hatin cem hev û guhdariya pirsgirêkên welatiyan kir. Namzetên HDP'ê li navçeya Dama ya Erdexanê ya ku pirsanî elewî lê dijîn li qeheweyekê civîna çapemeniyê li dar xistin. Namzetê HDP'ê Arzu Moco di civînê de axivî û wiha got: "Bilindbûna HDP'ê ji bo AKP'ê tenê benda hilbijartinê derbaskirin nîn e di heman demê de pêşiya rant û mêtingeriya AKP'yê e." Moco anî ziman ku AKP'ê bi provokasyona Tendurekê xwest dentgên HDP'ê yên li rojavayê Tirkiyeyê kêm bike xwest pêk bîne.

RIHA

Li Navçeya Wêranşehirê namzedê HDP'ê Serhat Dîcle Yuksel bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê dom dike. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Yuksel bi esnafên bazara roja înê re hat gel hevdû. Yuksel ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê ji welatiyan daxwaza deng kir. Yuksel pirsgirêkên esnafan jî yek bi yek guhdar kir. Esnafan jî diyar kirin ku dê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin ku ew dixwazin HDP di vê hilbijartinê de bi awayekî serkeftî derê. Yuksel piştre çû Navenda Çand û hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşehirê û li vira jî tevlî vekirina fuara pirtûkan bû.