Serokwekîlên koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç û parlamenterên HDP'ê li ber Serokatiya Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Destûr nehate dayin ku xebatkarên çapemeniyê daxuyaniya wekîlan bişopînin û kamerayên wan ji wan hate standin.
Piştî daxuyaniyê, wekîlên HDP'ê wêneyên li ser êrîşê danîn ber Serokatiya meclîsê, lê belê polîsan yekser wêne dan hev.
Sarûhan Olûç di daxuyaniyê de diyar kir, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîşeke giran li ser parlamenterê wan ê Îdirê Habîp Eksîk hate kirin û got, "Di encama vê êrîşa giran de lingê Eksîk ji 3 deveran şikest. Eksîk emeliyat bû, niha li nexweşxaneyê ye. Me heta niha ji Serokê Meclîsê ti daxuyaniyek ji bo şermezarkirinê nebihîst. Tevî ku rojek derbas bû jî daxuyaniyek nedaye ku ev yek tê wê wateyê, Serokê Meclîsê êrîşa polîsan a li ser wekîlekî erê kiriye. Ev yek ne tiştekî ku were qebûlkirin e.
Eger serokê meclîsê bêalî ye, divê bi rengekî wekhev nêzî hemû partiyan bibe û êrîş li ser parlamenterên kîjan partiyê bê kirin divê li ber rabe û mafê parlamenter biparêze."
Olûç anî ziman ku mijar cidî ye û ev pirs li Serokê Meclîsê kir: "Gelo ji bo daxuyaniyekê bide divê wekîlek bê kuştin? Hûn ê li benda kuştina wekîlekî bimînin?"
Olûç destnîşan kir, ku ya li Geverê hate kirin, êrîşeke bi zanebûn û plankirî ye û got, "Piştî ku xelkê li wir û kamera ji qadê hatin dûrxistin, hêzên elwekariyê bi ser wekîlên me ve hatin û lê dan. Bi zanebûn û plankirî bû. Amîrê Emniyetê fermana êrîşê da. Wekîlên me bi xwe bihîstin. Di dema danûstandinan de êrîş kirin. Bi pihînan li wekîlên me xistin ku dema kete erdê. Bûyer bi vî rengî eşkere ye. Em li bendê ne ku partiyên siyasî hemû helwestê nîşan bidin."
Olûç got, "Dema ku êrîş li dijî me hate kirin ên bêdeng man wê di dema zext û êrîşa li ser wekîlên xwe de jî neçar bimînin bêdeng bimînin. Eger hurmeta we li siyaseta demokratîk hebe, hûn ê vê kiryarê qebûl nekin. Em careke din li bîra partiyên muxalefetê dixin, li bîra partiya desthilatdariyê dixin. Hûn neçar in rûmeta wekîlan biparêzin."
Piştî daxuyaniyê wekîlên HDP'ê dowîzên ji wêneyên êrîşê danîn ber Serokatiya Meclîsê.
Piştî ku HDP'î ji qadê çûn, polîsên li meclîsê wezîfedar wêne dan hev.