HDP: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê danûstandin e

HDP'ê got, "Çareseriya pirsgirêkên navbera Îsraîl û Fîlîstînê bi dîplomasî, diyalog û danûstandinan dibe" û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî şerê Îsraîl û Fîlîstînê daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî bîlançoya dawî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand, 10 jê zarok 28 Fîlîstînî hatin qetilkirin, 128 jî birîndar bûn. Em van êrişan careke din şermezar dikin û sersaxiyê ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin û şîfa xêrê ji birîndaran re hêvî dikin."

BANGA LI ALIYAN Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişa aliyan a li ser herêmên sivîlan nîşan dide ku hewl tê dayin rageşiya li herêmê veguhere şer. Em bang li aliyan dikin ku êrişên li dijî sivîlan tavilê rawestînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên dîrokî û rojane yên navbera gel û baweriyên Rojhilata Navîn ne bi şer e, lê bi dîplomasî, diyalog û danûstandinan e.

Ji bo dawî li şerê li herêmê bê anîn di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyan dikin ku ji bo rawestandina şer tavilê bikevin nava hewldanan."