HDP: 1388 kes dema destgîrkirî hatine nebedîkirin
HDP'ê têkilî Heftiya Windayan daxuyanî da û got, ''Li Stenbolê hezar û 388 kes piştî ku hatine destgîrkirin hatine nebedîkirin, 253 gorên komî hene.''
HDP'ê têkilî Heftiya Windayan daxuyanî da û got, ''Li Stenbolê hezar û 388 kes piştî ku hatine destgîrkirin hatine nebedîkirin, 253 gorên komî hene.''
Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Umîd Dede ji bo Heftiya Têkoşînê ya Nebîdkirinên dema Destgîrkirinê ya daxuyaniyek niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li gorî rapora dawî ya Komîsyona Nebediyan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji salên 1990'î û wir ve hezar û 388 kes dema destgîrkirinê hatine nebedîkirin û 253 gorên komî hene û tê diyarkirin di van gorên komî de ji 4 hezaran zêdetir mirov hene.
Dede her wiha ji hêla dewleta Tirk ve bi rengekî sîstematîk kuştina 17 hezar Kurdên dilxwaz jî bi bîr xist.
Dede diyar kir polîtîkaya nebedîkirinê ya dewletê rasterast têkilî pirsa Kurd e û rastî zû dereng wê derkeve holê û got ew ê li cem wan kesan bijn ku li nebediyan û li edaletê digerin.
Dede her wiha got li dijî polîtîkayên nebedîkirina bi darê zorê ku 1915'an bi qirkirina Ermenan dest pê kirî, 1937-1938'an bi Komkujiya Dersimê re dest pê kirî ku piranî li Kurdistanê hatiye kirin, ti caran dev ji têkoşînê neqeriyane û wê dev jê neqerin.