HDK-A: Ji bo Efrînê em her cihî bikin qada berxwedanê!

HDK-A destnîşan kir ku dewleta Tirk a êrîşî Efrînê dike wê têk biçe û bang kir ku li dijî vê êrîşkariyê her der bibe qada berxwedanê.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A), li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîktatoriya AKP-Erdogan bi êrîşa bi balafiran a li ser Efrînê şer li ser gelên li Rojava ferz dike."

HDK-A diyar kir, raperîna bi rûmet û destana îradeyê ya duh li Kobanê rû da, wê îro bi berxwedana bi heybet a Efrînê mezin bibe û hat gotin, "Kobanê bi ruhê berxwedêriyê bû Stalîngrad a nû. Efrîn jî wê weke Vîetnama nû, dîktatoriya Qesrê têk bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku dakevin qadan, her derê bikin qada berxwedanê û bi çalakiyên xwe nîşan bidin ku gelê Efrînê ne bi tenê ye.