Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî operasyonên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê işaret bi têkçûna aboriyê hate kirin û hate gotin, "Em niha di nava krîza aboriyê ya herî giran a dîroka xwe de ne. Bêkariya girseyî, xizaniya girseyî, birçîbûn, tengaviya li têkiliyên navneteweyî û bêçaretiya li pêşberî şewba koronayê li welêt serdest e. Hêviya li ser paşeroja Tirkiyeyê kêm dibe."
Di daxuyaniyê de têkiliya hilweşîna aboriyê ya bi polîtîkayên şer hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku desthilatdariyê, derfetên Tirkiyeyê hemû ji bo rejîma şer û ewlekariyê ava bike, bi kar anî.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji bo pirsa '128 milyar dolar li ku ye?' ev bersiv da: 'Ew balafirên bêmirov, ew balafirên bêmirov ên biçek bi belaşî nafirin, Ew leşker bi belaşî nameşin'.
Demeke dirêj e du rê li pêşiya me ne:
Ya krîz, xizanî, bêkarî, darbestên ji cenazeyên ciwanan; bi kurtasî şer û tundî, mîna ku îro li welêt diqewime.
Ya jî aştî, çareserî, demokratîkbûn, aboriyek bêyî krîzê, aramî...
Ev zîhniyeta talanker a ku xwe ji krîzê xwedî dike û krîzê diafirîne, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi salane tecrîd dike. Beriya demeke nêz ji bo demeke kurt jî be dema ku dewletê û desthilatdariyê hewl da pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bike pêwîstî bi tevkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin. Ji ber ku ew zanin; Abdullah Ocalan îradeya aştî û çareseriyê ye.
'HETA KU TECRÎD DEWAM BIKE, BIRÇÎBÛN JÎ WÊ DEWAM BIKE'
Tecrîda li ser Ocalan gav bi gav dibe tecrîda li ser mafên me yên demokratîk û azadiyê, tecrîda li ser daxwaza me ya jiyana mirovî û hêviya ji bo paşeroja welêt.
Heta ku tecrîd bi dawî nebe û rêya aştiyê neyê vekirin, xilasî ji krîz, xizanî, polîtîkayên zordar ên dewletê birçîbûnê nîne.
Gel wê biryara vê bide."