HBDH: TIR'a tije bar a kesê AKP’î hate şewitandin

DÎ çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşgerî ya Şehîd Dersim a HBDH Kurdistanê de 6’ê Gulana 2021’ê saet 04:00’an li ser rêya Mêrdîn-Amed TIR’a bi pîlaqeya 47 AZ 987 hate şewitandin.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Şehîd Sînan Dersim, daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şoreşgerî 6’ê Gulana 2021’ê saet 04:00’an li ser rêya Mêrdîn-Amed TIR’a bi pîlaqeya 47 AZ 987 hate şewitandine.

HBDH’ê ragihand ku TIR girêdayî şexsekî AKP’î û şirketa Kamar e û çalakî jî ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan pêk anîne.