HBDH'ê li Tûzlayê çalakiya sabotajê lidar xist

Milîsên Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên HBDH'ê li Tûzlayê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de febrîqeyek hate şewitandin.

Milîsên Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên HBDH'ê li ser çalakiya sabotajê ya li Tûzla ya Stenbolê ev agahî da:

"26'ê Îlonê li Mezîtlî ya Mersînê du hevrêyên me yên fedaî yên şervanên HPG'ê astengiyên ewlekariyê yên dijminê faşîst ji ber xwe rakirin û êrîş birin ser navenda polîsan. Desthilatdariya ku radibe û rûdinê dibêje 'em ê bikevin stargehên wan', li 'stargeha xwe' derb xwar. Li cihê ku dijmin digot 'tiştek bi me nayê' li cihê ku xwe lê ewle didît, bû hedefa êrîşê.

Ji bo bîranîna hevrê Sara û Rûken ku ev çalakiya fedaî ya bi lehengî lidar xistin, weke Milîsên Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên HBDH'ê me li Tûzlayê çalakiya sabotajê pêk anî. Êvara 29'ê Îlonê saet derdora 22'an li Stenbol-Tûzlayê febrîqeya veguherînê ji aliyê milîsên me ve bi çalakiya sabotajê hate şewitandin."