HBDH: Şehîdên meha Gulanê rêya berxwedanê nîşan didin
HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Meha Gulanê mîrateyeke dewlemend a pêşengên me ne ku li dijî fşaîzmê rêya serketinê nîşan dide."
HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Meha Gulanê mîrateyeke dewlemend a pêşengên me ne ku li dijî fşaîzmê rêya serketinê nîşan dide."
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi sernavê "Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, Çaran, navekî din ê desketiyê ye" daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka me ew dîrok e ku berxwedan, têkoşîn û raperîn gihandiye vê serdemê û wê bi ser bixîne. Meha Gulanê jî meheke ku bi berxwedan û têkoşînê dagirtî ye. Di têkoşîna şoreşê de yek ji mehên berxwedana sor e ku xwedî cihekî taybet e."
Di daxuyaniyê de şehîdên meha Gulanê yên şoreşa Tirkiye û Kurdistanê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necatî Oner (Çaran), Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgın, Armenek Bakirciyan, Ozan Mizgîn hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meha Gulanê mîrateyeke dewlemend a pêşengên me ne ku li dijî fşaîzmê rêya serketinê nîşan dide."
Di daxuyaniyê de zext û zordariya pergalê ya li dijî gelan, jin û ciwanan hate bibîrxistin û hate gotin, "Ciwanên ku dixwazin paşeroja xwe ya ji wan hatiye standin ji nû ve werbigirin, ji bilî raperînê, ji bilî berxwedanê çareyeke xwe nîne. Berxwedan, têkoşîn navê din ê jiyanê ye."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke milîtanên çalak ên qonaxa duyemîn a pêngava xwe ya şoreşgerî, bi coşa 8'ê Adarê, bi girseyîbûna 21'ê Adarê û bi biryardariya 1'ê Gulanê divê em li refên herî pêş bin. Serketin a me ye hevrêno."