Haşimî biryara darvekirinê ya derbarê xwe de red kir

Haşimî biryara darvekirinê ya derbarê xwe de red kir

Alîkarê Serok Komarê Iraqê Tarik Haşimî biryara dadgeha cezayê giran ya Bexdayê derbarê wî ya darvekirinê dayî de da diyarkirin ku, biryarek “siyasiye” û biryar redkir.

Li Iraqê roja Yekşemê di rûniştina derbarê Haşimî de, dadgehê “ji bo kuştina serkirdeyên Şiiyan avakirina tîmên kuştinê” Haşimî sûcdar kiribû û cezayê darvekirinê lê birî bû.

Tarik Haşimî li Otela Swîss ya Enqereyê civîna çapemeniyê li darxist û da diyarkir ku, biryar siyasî û biryar redkir. Haşimî destnîşan kir ku, ew dê biryarê “weke madalyayekê li ser singê xwe hilgire” û Hikumeta Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî bi “kûrkirina şerê olî” sûcdar kir. Haşimî ku sûcdarkirinên derbarê xwe de redkirin û got, “ew dê ji bo gelê xwe xizmetê berdewam bike” û bang li alîgirên xwe kir ku, ‘bidîsîplîn’ tevbigerin.

Haşimî da zanîn ku, dadgeha li Iraqê ne adile û got; “Ez amademe ku di dadgehekî adil de bême darezandin”. Weke din Haşimî bilêv kir ku, ger ez neyêm xwestim dikarim ji Tirkiyeyê derbikevim.

Alîkarê Serok Komarê Iraqê Tarik Haşimî sala borî di meha Kanûnê de di derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin xwe avêtibû Herêma Federal ya Kurdistanê. Haşimî piştî demek kurt li vir ma, derbazî Qetarê û piştre jî li Tirkiyeyê bicih bibû.