Hana: Îranê di 10 mehan de 152 Kurd darve kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku di nava 10 mehên borî de 152 welatiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin û di meha dawî de 3 kolberên Kurd hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana derbarê binpêkirinên mafan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek parve kir.

Di raporê de di meha cotmehê ya îsal de 29 welatiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin ku 2 ji wan girtiyên siyasî bûn.

Her wiha eşkere kiriye ku di nava 10 mehên borî de jî 152 welatiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Di dewama heman raporê de hate ragihandin ku di meha Cotmehê de ji ber gulebarana hêzên dewleta Îranê 3 kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 2 kolber jî birîndar bûn.