Gûnnarson: Em li dijî qanûna terorê ya Swêdê ne
Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Swêdê Karl Gûnnarson diyar kir ku ew li dijî ‘qanûna terorê’ ne, ku Swêdê piştî bazariya bi Tirkiyeyê re derxist holê ku bibe endamê NATO’yê.
Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Swêdê Karl Gûnnarson diyar kir ku ew li dijî ‘qanûna terorê’ ne, ku Swêdê piştî bazariya bi Tirkiyeyê re derxist holê ku bibe endamê NATO’yê.
Ji Partiya Komunîst a Swêdê Karl Gûnnarson diyar kir ku li Swêdê hîna muxalîfek heye ku li dijî endamtiya NATO’yê ye û daxwazên Erdogan jî bi giştî bûye sedema hêrsekî.
Desthilatdariya Tirk di civîna dawî ya NATO’yê de endamtiya Swêdê ya ji NATO’yê re qebûl kir. Beriya civînê li Vîlnîûsê civînek hat lidarxistin. Serokkomarê Tirk Erdogan, Sektreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ûlf Krîstersson hevdîtin kirin. Erdogan soz da ku wê protokola ku Swêd tevlî NATO’yê bibe li Meclîsa Tirkiyeyê bike rojev. Ji ber ku meclîs girtî ye, hîna endamtî li vir nehat erêkirin lê di dawiya vê peymanê de Serokwezîrê Swêdê Ûlf Krîstersson jî ferzkirina ‘terorê’ ya ku Tirkiyeyê xwestî qebûl kir û ragihand ku serbestiya vîzeyê jî di nav de, wê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Tirkiye bibe endamê YE’yê. Bi taybetî hedefa qanûna ku li Swêdê bi navê ‘qanûna terorê’ hatî derxistin Kurdên ku li wir dijîn in. Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Swêdê (Communîst Party of Sweden) Karl Gûnnarsson têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Gûnnarsson diyar kir ku Erdogan beriya demekî li dijî endamtiya Swêdê ya NATO’yê derketibû û got: “Ji bo ku serlêdan erêkirina Tirkiyeyê bigire, gelek daxwaz ji hikûmeta Swêdê hatin kirin. Divê mirov şaşmayî nebe ku hikûmeta Swêdê hewl dide daxwazên Tirkiyeyê pêk bîne. Hikûmeta Swêdê û parlamentoya wê ji bo ku muxalefeta xwe ya li dijî endamtiya Swêdê ya NATO’yê berovajî bizivirîne yek ji tawîzên herî mezin a dayî ‘qanûna têkoşîna bi terorê re’ ye ku di demekî nêz de hat qebûlkirin. Di encama vê qanûnê de jî aktîvîstên Kurd radestî Tirkiyeyê hat kirin û Partiya Komunîst a Swêdê ev yek bi tundî şermezar kir. Îhtimal e ku li girtîgehê êşkence li van aktîvîstan hat kirin.
Gûnnarsson destnîşan kir ku Swêdê şert û mercên ku hikûmeta Erdogan diyar kirî qebûl kirin, ev yek nîşan dide ku endamtiya NATO’yê ji bo Swêdê çiqas girîng e û ev tişt got: “NATO tifaqeke leşkerî ya emperyalîst e û ji bo ku berjewendiyên sermayeyên welatên endam bixe bin ewlehiyê heye. Lewma berjewendiyên NATO’yê ne tenê li dijî berjewendiyên gelên welatên ku endamên NATO’yê ne, rasterast li dijî berjewendiya gelên hemû welatan e. Partiya Komunîst a Swêdê tevlîbûna Swêdê ya NATO’yê şermezar dike û li dijî vê yekê radibe.”
Karl Gûnnarson anî ziman ku daxwazên ku hikûmeta Erdogan ji bo endamtiya Swêdê erê bike kirine, di raya giştî de bûye sedema hêrsê û wiha bilêv kir: “Li dijî endamtiya Swêdê ya NATO’yê hîna muxalefetek heye, lê mixabin ev muxalefet lewaz e.”