Parlementerên Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê li Kurdistanê xebatên xwe yên girseyî didomînin, guh didin pirsgirêk û daxwazên gel. Rojeva sereke yên gel mijara girtî û girtiyên nexweş in. Parlementera Mêrdînê Bêrîtan Guneş, mal bi mal digere û guh dide pirsgirêk û daxwazên civakê.
Guneş îşaret bi wê yekê kir ku piştî hilbijartinan pirsgirêka din a civakê qeyrana aborî ye. Guneş diyar kir ku girtiyên nexweş û girtiyên ku piştî 30 salan hatin berdan di rojeva civakê de ne û anî ziman ku divê ji bo van her du rojevan demildest çareserî bên dîtin.
Guneş got ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê rojeva civakê qeyrana aborî ye û her roj bi bihabûna tiştan re rûbirû ne û got: “Li gel van pirsgirêkên malbatên girtiyan, şer û bîlançoya giran a şer bû rojeva civakê ku rêyên çareseriyê digerin. Dîsa dipirsin ku ji bo polîtîkaya tecrîdê ya li hemû girtîgehan tê meşandin, bernameyek me yê çawa heye. Em bi van pirsgirêkan re mijûl dibin û guh didin daxwazan.”
Guneş diyar kir ku kesên ku ew bi wan re hevdîtin kiriye, rûbirûyê gelek binpêkirinên mafan tên û wiha berdewam kir: “Dema em hevdîtinan dikin, diyar dikin ku pergala civakî ya pir cihêkar heye û ji bo dengê xwe bilind bikin dixwazin em piştgiriyê bidin wan. Helbet hebûna me ya Meclîsê dibe ku encamê neguhere, ji ber ku piranî dîsa di destê desthilatdariyê ye. Lê ji encamê zêdetir pêvajoya li wir girîng e. Lê qada têkoşînê ya bi nirx e ku dengê Mêrdînê û gelê Kurd li wir tînin ser ziman.
Mînak di demên dawî de pirsgirêka taloqkirina cezayên girtiyan bûye rojeva sereke ya malbatan. Bi taybetî pêvajoyên kesên ku 30 sal in di girtîgehê de ne, di vê rojevê de gelek diyarker in. Ez bawer im dewlet jî texmîn nedikir ku piştî 30 salan ev kes karibin derkevin. Ji ber ku 30 sal in hîna pirsgirêka Kurd çareser nebûye û bi heman rengî dewam dike.”
‘HEWL DIDIN CIWANAN BÊNASNAME BIHÊLIN’
Guneş bal kişand ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li ser ciwanan û wiha got: “Hewl didin têkiliya ciwanên Kurd bi nasnameya wan qut bikin. Di van salên dawî de em dibin şahîd ku ciwanên Kurd dixwazin bibin polîs. Helbet ev xeyal çawa pêş ket, çawa bû rojeva ciwanan, divê li ser van mijaran bên fikîrîn û nîqaşkirin. Ev polîtîkaya bênasnamekirinê, qutbûna ji çand, dîrok, ziman û bajarên xwe jî bi xwe re tîne. Li şûna van kapîtalîzmê didin pêş. Bi vî rengî ciwan xwe winda dikin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ciwan û jinan re bimeşînin. Em dixwazin di pêvajoya rexne û rexnedayînê de bi jin û ciwanan re bên ba hev.”
‘KESÊN KU 30 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MANE HÊZÊ DIDIN ME’
Guneş ku bi girtiyên siyasî yên piştî 30 salan ji girtîgehê derketin ketiye diyalogê, diyar kir ku ew wan kesan wek parçeyekî ji dîroka Kurdan bi nav dike û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dewlet di van 30 salên dawî de xwest wan kesan bi bitepisîne, lê em di kesên ku hatine berdan de berovajî vê yekê dibînin. Yek ji kesên ku hatine berdan ji me re got ku 30 sal in ne ji hêza me û ne jî ji hêza wî biriye. Ev ji bo kesên 30 sal in pirsgirêka Kurda çareser nekirine, derseke baş e. Bi vî awayî baweriya me bi têkoşîna nasname û ziman zêdetir bû.”