Gunay: Ji bo çareseriyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku wê li 8 herêman civînên gel lidar bixin. Gunay got, "Ji bo polîtîkayên çareseriyê xurt bibin divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser karên jinûve avakirinê yên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk, têkildarî civînên gel li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Gunay anî ziman ku piştî hilbijartinê partiyên wan ji bo pêvajoya hilbijartinê binirxînin, di heman demê de pêvajoya guherîn û nûbûnê temam bikin, dest bi civînên berfireh ên şêwirmendiyê û nirxandinê kirine.

Gunay diyar kir ku bi civînên Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinê, Hevserokên Bajaran, Desteya Rêveber a Navendî, Desteya Rêveberiya Xwecihî wan ev pêvajo dane destpêkirin û got, "Du hefteyan bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan me nîqaş meşand. Niha jî em derbasî qonaxa duyemîn a vê pêngava xwe ya nûbûn, guherîn û rêxistinbûnê dibin. Ji îro û pê ve heta 25'ê Tîrmehê em ê li 8 herêman bi gelê xwe re civînên berfireh ên gel pêk bînin."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê krîzên piralî kiriye ku neyê çareserkirin û civak tengav kiriye. Gunay ragihand ku li Tirkiyeyê her kesên ku mîna desthilatdariyê nafikire di hedefê de ye û got, "Ev desthilatdarî bi hemû pratîka xwe nîşan da ku dijminê gel e, dijminê kurdan e, dijminê jinê ye."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û got, "Ji bo qala hilweşîn û krîzê neyê kirin, zext û êrîş têne girankirin. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ku cihê vê tecrîdê di nava civakê û demokrasiyê de nîne, êdî li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Rojnamevan Merdan Yanardag ji ber ku qala tecrîdê kir, qanûnên neteweyî û gerdûnî bi bîr xist û got 'sûc nekin', destpêkê ji aliyê medya desthilatdariyê ve hate lînçkirin, piştre jî bi bayê bezê ji aliyê dadgeriya desthilatdariyê ve hate girtin. Her kes baş zane ku axaftina li ser tecrîdê sûc nîne, lê belê tecrîdkirin bi xwe sûc e. Sedema bingehîn a israra li ser tecrîdê, israra di neçareseriyê de ye. Raya giştî ya demokratîk bi vê rastiyê baş zane. Ji bo polîtîkayên çareseriyê bêne xurtikrin divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe."