Gûlten Kaya xelata Ahmet Kaya wergirt
Gûlten Kaya xelata Ahmet Kaya wergirt
Gûlten Kaya xelata Ahmet Kaya wergirt
Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013’an a serok komariyê a çand û hûnerê di beşa mûzîkê de hate dîtin. Xelata Ahmet Kaya ji aliyê hevsera wî Gûlten Kaya ve hate wergirtin.
Xelata mezin ya çand û hûnerê ya ku ji aliyê serok komariya Tirkiye ve tê dayîn, îro bi merasîmekê xelat pêşkêşî xwediyê wan hatin kirin.
Ji ber sedemê “ Bi mûzîka xwe û şîroveyên xwe karî gelek fikrên cûda bîne cem hev” di beşa mûzîkê de Ahmet Kaya hêjayî xelatê hate dîtin. Xelata Ahmet Kaya ji aliyê hevsera wî Gûlten Kaya ve hate wergirtin.
Serok komarê Tirkiye Abdullah Gûl di derbarê xwediyê xelatê Ahmet Kaya de wiha axivî:
“ Dema em berê xwe didin dîroka nêz a siyaseta xwe, gelek êş, xeletî û gelek xemgîniyên me jiyan kiriye hene. Tişta giring ewekû mirov hebûna xeletiyan bibîne, hemû hemwelatiyên Tirkiye bikarin bi awayekî azad, rehet bikare bi axive û xwe îfade bike. Pêwîste hemû hewildanên mirov ji bo welatek bivî awayî be.”
Serok komar Gûl kesên xwediyê xelatan pîroz kir. Piştî axaftinên Gûl, xwediyê xelatan xelatên xwe wergirtin. Xelata Ahmet Kaya ku di 16’ê Mijdara 2000’an li Parîs’ê di temenê xwe yê 43 salî de jiyana xwe jidest dabû, hevsera wî Gûlten Kaya wergirt.
Gûlten Kaya di merasîmê de axivî û wiha got: “ Ez vê xelatê ji bo nirxên wî, ji bo yên ku li ser vê xakê jiyan û yên weke wî hatine çewisandin ji bo hemû çandên kevin di kesayeta hevserê xwe de weke silavekî wefatiyê, silavekî bi rûmet bê zanîn û ji bo gotina 'aleykumselam, ji me jî merheba’ bêjim hatime.”