Greva birçîbûnê ya Xelîl di roja 13'an de ye
Greva birçîbûnê ya Şiyar Xelîl ku li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 13'an de ye.
Greva birçîbûnê ya Şiyar Xelîl ku li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 13'an de ye.
Xelîl li Mala Gel a Medyayê bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye. Dr. Sînan Aydin rewşa tenduristiyê ya Xelîl kontrol kir û diyar kir, Xelîl li xwe kêm dike. Dr. Aydin got, wê rewşa tenduristiyê ya Xelîl rojane kontrol bike.
Kurd û dostên wan jî bê navber serdana Xelîl dikin. Herî dawî endamên Partîzan serdana Xelîl kirin.