Gokkan li dijî êrîşên kîmyewî serlêdan kir
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan xwest ku êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, bên lêkolînkirin.
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan xwest ku êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, bên lêkolînkirin.
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ji Çileya 2021’an ve girtî ye, têkildarî êrîşên bi çekên kîmyewî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Gokkan, xwest bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û bal kişand ku divê Tirkiye li gorî peymanên navnetewî tevbigere.
Gokkan, di serlêdana xwe de wiha got: “Di 20-27’ê Îlona 2022’an de gumana sûcekî heye ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bikaranîne (nûçeyên bi dîmen, nivîskî û deng) ev yek jî bûye sedema fikaran. Le bêyî ku li cihê bûyerê lêkolînek were kirin, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bêyî ku ji komîteyên bêalî yên ji şahidên pispor pêk tê bê lêkolînkirin, bûyer qebûl nekir. Tenê Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku li ser dîmenan fikra xwe anî ziman hate girtin.”
‘DIVÊ ARTÊŞA TIRK BÊ LÊPIRSÎNKIRIN’
Gokkan, bi bîr xist ku di peymanên hatine amadekirin de bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û Tirkiye jî aligirê van peymanan e û xwest ku li cihê bûyerê destûra lêkolînkirinê bê dayîn û Wezareta Parastinê têkildarî artêşa Tirk lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin.