Girtiyên li Kilîsê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Kilîsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Ûgûr Taşdevîren, Huseyîn Osmanpûr û Huseyîn Aydin ên ku li Girtîgeha Tîpa L a Kilîsê de girtî ne, li hemberî hejmartina li ser pêyan a li gorî pergala leşkerî û binpêkirinên mafên mirovan di 12’ê Îlonê de ji bo 10 rojan ketiûn greva birçîbûnê. Piştî hevdîtinan girtiyan çalakiya xwe qedandibûn. Piştî ku binpêkirinên mafan hatin domandin girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Ûgûr Taşdevîren bi axaftina bi telefonê ya heftane de ji malbata xwe re ragihand ji bo ku daxwazên wan bi cih were soz hatibû dayîn lê daxwaz nehatine bicihanîn. Taşdevîren got “Di nava mehekê de 6 lêpirsîn li me vekirin. Di encama van lêpirsînan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina rûbirû li me hate birîn. 14 rojan carekê ceza li me dibirin. Li hemberî vî tiştî me dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Me serî li dadgeh, dozgeriya înfazê, Wezareta Edaletê, partiyên siyasî, Komeleyên Mafên Mirovan da lê dîsa jî me encamek bi dest nexist. Ji ber vê em bedena xwe datînin holê.”

Taşdevîren xwest daxwazên wan bi cih were û got “Di meha Îlonê de dema em ketin greva birçîbûnê ya 10 rojan, şertên rojiya mirinê li ser me hate ferzkirin. Em avêtin hucreyên yekkesî. Di mehekê de bi tenê avê didin me. Xurekên din ên ji bo greva birçîbûnê nadin me. Li cihên bêyî kamera zextên psîkolojîk li me dikin. Me îro dest bi grevê kir. Em ji bo berjewendiyên şexsî neketin grevê. Îradeya me nas nakin. Di pergala leşkerî de hejmartina li ser pêyan li ser me ferz dikin. Heta ku daxwazên me bi cih were, em ê di grevê de bin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em dibêjin yan daxwazên me bi cih bînin yan jî me sewqî girtîgeheke din bikin. Lê ev daxwazên me jî bi cih naynin.”

Taşdevîren bang li Komeleya Mafên Mirovan, komeleyên ji bo hevgirtina girtiyan û komîsyonên girtîgehan ên partiyên siyasî kirin ku bila heyetan bişînin girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtinan bikin.