Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan bi rengekî dorveger destpê kir, di roja 10'emîn de ye. Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya li Amedê di greva birçîbûnê de ne, têkildarî çalakiyê peyamek weşandin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye, 3 sal in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Her wiha hate destnîşankirin ku divê gelên Kurd, Asûrî, Tirk, Fars, Ermenî, Laz û hemû dost zanibin ku êdî nikarin xwe li vê tecrîda giran rabigirin û hate gotin, "Em weke girtiyên siyasî yên Kurd, diyar dkin ku ji bo pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li çar aliyên cîhanê gelê me da destpêkirin, em ê xwe ji ti fedakariyê venegirin. Şert û mercên zindanê derfetên me kêm dikin. Ji ber pêkanînên antî demokratîk ên desthilatdariya heyî rê û alternatîfênme kêm in, lewma me dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin."
Di daxuyaniyê de bang li alîgirên aştiyê, demokrasiyê û parêzvanên nirxên civaka azad hate kirin ku bi rengekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin û hate gotin, "Weke girtiyên siyasî em diyar dikin ku bi her cûre berpirsyariyê ji bo azadiya Rêberê Neteeyî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em bawer dikin ku gel wê bi ser bikeve."