Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya dorveger a ku girtiyên Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê li dijî binpêkirinên mafan daye destpêkirin, di roja xwe ya 24’an de berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku ji parêzerên girtiyan hatine bidestxistin, girtiyan di destpêka meha Kanûnê de serlêdanên komî yên têkildarî pirsgirêkên şert û mercên li girtîgehê nêzîkî ji 15 rêxistinên civakî û saziyên eleqedar re şandine. Lê belê hate diyarkirin ku bersiva serlêdana nehatiye dayîn û derheqê kesên ku serlêdan kirine de jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser vê yekê girtiyan di destpêkê de çalakiya beşdarnebûna kiryarên rojane ya sê kesan dane destpêkirin û hate îfadekirin ku ji ber bicihneanîna daxwazan wan jî ji 2’yê Sibata 2026’an û pê ve dest bi greva birçîbûnê ya dorgever kirine.

DAXWAZÊN GIRTIYAN

Daxwazên girtiyan ev in;

-Rakirina şertê mana li ser piyan ya dema hevdîtina bi nûneran re,

- Bidawîkirina bicihkirina girtiyên siyasî ya ji bo modulên cuda û dûrî hev,

- Qebûlkirina daxwaza guhertina odeyan,

- Bidawîkirina lêgerînên kêfî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê hê daxuyaniyek nedaye.