Girtiyê nexweş Oz nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Oz ku cezayê wî qediyaye, nayê berdan.

Nexweşê epîlepsî Mehmet Huseyîn Oz (34) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê tê ragirtin, bi îdîayên “rewşa wî baş nîn e” û “Ji bo piştî derketina ji saziya înfazê ya girtî, ne xwediyê planên rast e” 3 mehan hat taloqkirin

Oz, di encama darizandinên li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a li Dîlokê hatî kirin de, 17’ê Çileya 2019’an cezayê 6 sal û 3 mehan lê hat birîn. Diviyabû ku Oz 25’ê Gulana 2023’an hatiba berdan. Lê berdana wî ji bo 3 mehên din hat taloqkirin. Oz tevî nexweşiya epîlepsî jî, bi nexweşiya gurçikê jî ketiye.

Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ji bo taloqkirinê weke hincet nîşan da ku Oz ferzkirina poşmantiyê qebûl nake.

Desteya Îdare û Çavdêriyê 25’ê Tebaxa 2023’an wê careke din rewşa berdan Oz a bi şert û merc, binirxîne.