Girtiyê nexweş Ayik nehat berdan

Girtiyê nexweşiya wî giran rojnamevan Devrîm Ayik tevî ku şahîdan îfadeya dijber nedan jî lê dîsa nehat berdan.

6’emîn rûniştina doza girtiyê nexweşiya wî giran rojnamevan Devrîm Ayik ku bi îddîaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin, li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê pêk hat. Ayik ji Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê bi rêya Sîstema Înformatîk a Deng û Reng (SEGBÎS) tevlê rûniştan dozê bû, parêzerên wî jî tevlê bûn.

Şandeya dadgehê destpêkê daxwaza guhdarkirina 7 şahidan kir. Ji şahidên ku ji bajarên cûda bi rêya SEGBÎS’ê tevlê bûn,  tenê yekî derbarê Ayik îfade da. Wî jî îfadeya ku beriya niha li emniyetê ji wî girtibûn nepejirand û got ku ew ê li dijî Ayik îfadeyê nede. Şahidên din jî ne têkildarê Ayik, di derheqê bersûcekî din de îfade dan.

Şandeya dadgehê biryara domandina girtîbûnê da û Ayik nehat berdan.

Rûniştin taloqî 25’ê Kanûnê hate kirin.