Mehkûmê bi nexweşiya pênçeşêrê ketiye Îsmet Demîr ê di girtîgeha Rihayê de, nayê dermankirin û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.
Îsmet Demîr bi rêya telefonê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê da û diyar kir ku ew bi nexweşxiya penceşêrê ketiye. Demîr got ku derman nadin wî û ew bi mirinê re rû bi rû hiştine. Demîr ji ÎHD’ê alîkariya hiqûqî xwest û got ku ew di rewşeke pir zor de ye.
PIRSGIRÊKÊN DI GIRTÎGEHAN DE ZÊDE DIBIN
Rêveberê ÎHD’ya Mêrsînê Selman Temîn Salmanoglû diyar kirk u serlêdan ji bo wan hatiye kirin û ew ê bûyerê lêkolîn bikin. Salmanoglû destnîşan kir ku pirsgirêkên di girtîgehan de her ku diçin zêdetir dibin û diyar kir ku girtîgeh bûne birînên bi xwîn ên Tirkiyeyê.
90O KESAN DI GIRTÎGEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN
Di girtîgehan de 520 nexweş hene û ji vana 42 kes giran in. Di van 10 salên dawiyê de herî kêm 900 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Tenê di 6 mehên dawiyê de 12 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.