Girtîbûna Ozkan ê 84 salî 3 mehan hate taloqkirin

Mehmet Emîn Ozkan (84) ê ku 27 sal in girtî ye, ji ber zêdebûna nexweşiya wî girtina wî 3 mehan hate taloqkirin.

Mehmet Emîn Ozkan girtiyek nexweş û 84 salî ye. Li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an dihat ragirtin. Derbarê Ozkan de biryara tehliyeyê ango berdanê hat dayîn. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; rewşa nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan xedar dibe û ew di 13’ê Tîrmehê de rakirina unîteya nihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan bi awayek kelepçekirî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Duh Ozkan derxistin ji beşa nihêrîna awarte derxistin odeya asayî û paşê jî ew birin nexweşxaneyê. 

Li gorî nûçeya MA’yê keça wî Selma Ozkan ji girtiyên din hîn bûye ku bavê wê rakirine nexweşiyê û ji ber tansiyon û di bedena wî de îltîhap çêbûye, Mehmet Emîn Ozkan rakirine nexweşxaneyê. Ozkan diyar kir piştî cejnê 5 caran bavê wê rakirine nexweşxaneyê.

Selma Ozkan diyar kir ku ji ber bavê wê dîsa birine girtîgehê birayê wî ji bo li rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bipirse çûye Edliyeya Amedê. Selma Ozkan anî ziman ku dozger ji birayê wê re gotiye, “Girtina wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî karûbarên li girtîgehê wê ji girtîgehê were berdan.” 

Ozkan got piştî vê agahiyê ji bo pêşwaziya bavê wê ew çûne ber girtîgehê.