Giliyê berpirsên qirkirina li Akbelenê hat kirin

Komîteya Jîngehê ya Îkîzkoyê, giliyê berpirsên qirkirina Akbelenê kir.

Berxwedana li dijî birîna daran a li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Mûglayê berdewam e. Komîteya Jîngehê ya Îkîzkoyê ji ber qirkirina li Akbelenê tê kirin, derheqê xwediyên LÎMAK-Îçtaşê Nîhat Ozdemîr, Îbrahîm Çeçen, CEO’yê şîrketê Serhat Dînç, Midûrê Giştî yê Daristanan Bekîr Karacabey û Waliyê Mûglayê yê berê Orhan Tavli de li Serdozgeriya Komarê ya Mîlasê bi sedemên “hewildana parçekirina yekparetiya dewletê ya bi welat û miletê xwe re” û “Qelskirina serweriya dewletê û xerakirina yekitiyê” serlêdana sûc kir.

Komîteya Jîngehê ya Îkîzkoyê têkildarî serlêdana sûc li qada berxwedanê ya Akbelenê daxuyanî da. Daxuyanî, ji hêla parêzerê gundiyan Îsmaîl Hakki Atal ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo komira Santrala Termîkê 88 hezar donimên çandin 40 hezar donimên zeytûngehê û 80 hezar donimên daristana daran qajan tên tunekirin.

Atal, da zanîn ku ew ê heta bi hetayê têbikoşin.