Gêrîla Şoreş bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Gêrîla Şoreş bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Îbrahîm Kiliç (Şoreş Malazgirt) yê ku di 2 îlonê de li Elkê di pevçûnên êrîşa li ser çend noqteyên polîs û leşkeran pêk hat destpê kir de jiyana xwe dest da bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ve hate veşartin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Îbrahîm Kiliç (Şoreş Malazgirt) yê ku li Elkê pevçûnên piştî êrîşa di 2 îlonê de li hemberî çend noqteyên polîs û leşkeran ve pêk hat de jiyana xwe dest da cenazeyê zarokên xwe yê li Saziya Edlî Tipa Meletiyeyê tehşîs kir û bir Stenbolê. Cenazeyê gêrîla Şoreş serê sibehê li Stenbol ji aliyê bisedan kesan ve hate peşwazî kirin. Cenazeyê anîn Mizgefta Îbrahîm Efendî ya li Sancaktepê wecîbeyên olî anîn cih. Cenaze piştre bi karwanekê birin Goristana Çekmekoy ya Ekşîogluyê. Malbata gêrîla Şoreş, Parlementerê BDP'ê ye Agiriyê Halîl Aksoy, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbol Asiye Kolçak, revêberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û bisedan welatî tevlî merasîma cenazeyê Kiliç bûn. Ciwanan di merasîma cenaze de meşa leşkerî kir.

Di merasîma caneze de pankarta "PKK tolhildan" û wêneyên 4 gêrîlayên HPG'ê yên di heman pevçûnê de jiyana xwe dest dan hate vekirin. Di merasîma cenazeyê gêrîla Şoreş de dirûşmeyên wek "PKK tolhildan", "PKK' gele gel li vire", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berz kirin. Piştî cenaze hate veşartin, ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe dest dane rêzgirtin pêk hat û di rêzgirtinê de merşa "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Bavê gêrîla Şoreş Halîl Kiliç axaftinek kurt kir û ji bo gelê Kurd banga yekîtiye kir. Kiliç diyar kir ku, lawê wî têne ne lawê wî ye lawê hemû gelê Kurde û wiha axivî: "Ew şehîdê Kurdistanê ye"

'HER ROJ XWÎNA BIRAYAN DIHERIKE'

Parlementerê BDP'ê ye Agiriyê Halîl Aksoy jî axivî û wiha got: "Serê gelê Kurd û Birêz Ocalan saxbe." Aksoy bilêv kir ku, êdî ew naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigrin û ew dixwazin ev şer dawî bibe.

Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dirûşmê û tilîliyan dawî bû. Malbata gêrîla Şoreş ji bo gêrîla Şoreş li taxa Ataturk ya li Sancaktepê li ber mala xwe konê şînê vekir.