Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Veysî Karahanli (Bextiyar) yê ku ji ber çekên kîmyewî nedihat nasîn û nasnameya wî nedihat tesbîtkirin, Goristana Bêkesan hatibû veşartin, piştî 9 mehan ew bi dirûşima “Şehîd Namirin” ber bi warê wî Êlihê ve bi rê kirin.
Cenazeyên 5 jê jin, 8 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Xorxola Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, di 17’ê Berfanbara 2011 de anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
Heyeta ji malbat, ÎHD û YAKAY-DER’ê pêk dihat, di 19’ê berfanbara 2011 de ji bo teşhîskirina nasnameya çûn Saziya Tiba Edlî û piştre gotin; “Li ser tu cenazeyan şopa gulleyan tune bû.” Vê îdîayê weke bûyera Geliyê Tiyarê karanîna çekên kîmyewî anîbû rojevê.
Piştî ku testên 5 malbatan dabûn û cenaze li hev nehatin, cenazeyê gerîlayan li goristana bêkesan a Kîlyosê hatinveşatin.
Gerîlaya Veysî Karahanli ez 9 meh bûn di Goristana Bêkesan de hatibû veşartin. Piştî nasname hate tesbîtkirin, îro cenazeyê wî ji Goristana Kîlyosê derxistin û bi karwanekê birin Cemxaneya li Bahçelîevleriyê. Cenaze li vir ji aliyê Dayîkên Aşitiyê ve bi dirûşimên “Şehîd Namirin” hate pêşwazîkirin.
Dayîka Karahan li diyar kir ku kurê wê “şehîdê Kurdistanêye” û got; “Şehîd namirin. Êdî bes e, em aşitiyê dixwazin.”
Gulçin Îspert li ser navê BDP’ê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku gerîlayê HPG’ê Veysî Karahanli di 15’ê berfanbara 2011 li Çewlikê jiyana xwe ji dest da û got; “Ji wê rojê heta îro ji ber wê wehşetê malbatên me nekarîn cenazeyên zarokên xwe tehşîs bikin. Di encama testên DNA de teşhîs hate kirin. Û niha Veysî em ber bi welatê xwe ve rêwî dikin.”
Îspert got; “Yên jidil dibêjin bila dayîk negirîn, divê ji bo çareseriya demokratîk hewl bidin”. Piştî daxuyaniyê cenaze bi dirûşimên “Şehîd Namirin” û çepikan ber bi cihê lê ji dayîk bûye Êlihê ve bi rê kirin. Piştî oxirkirina cenaze, balkêş bû polîsên Tirk derdora cemaxaneyê girtibûn.
FOTO: RUKEN ADALI